Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye
Girtiyek siyasî yê Kurd 10 roj in li girtîgeha Evîn ya li Tahranê, li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tê gotin rewşa tenduristiya girtiyê Kurd ne başe.
Girtiyek siyasî yê Kurd 10 roj in li girtîgeha Evîn ya li Tahranê, li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tê gotin rewşa tenduristiya girtiyê Kurd ne başe.
Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di 14’ê Sibatê de girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Fuad Fetih li girtîgeha Evîn ya li Tahranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Tê gotin ku girtiyê Kurd Fuad Fetih dijî êşkenceyê dest bi grevê kiriye û niha rewşa wî ya tenduristiyê ne başe.