Li Sûrê, polîs li pêşiya rakirina cenazeyê Dogan bûne asteng

Li Sûrê, hêzên dewleta Tirk, nahêlin cenazeyê Serhat Dogan ê qetil kirin, bê veşartin.

Li Sûrê, hêzên dewleta Tirk, nahêlin cenazeyê Serhat Dogan ê qetil kirin, bê veşartin.

Cenazeyê Serhat Dogan (19) ê di roja 21. a dorpêçiya navçeya Amed Sûrê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, wê îro piştî merasîma cenaze ya li Koşûyolûyê, li goristana Yenîkoyê bihata veşartin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, gel wê cenaze bianiya Koşûyolû, lê belê rastî astengiya polîsan hat.

'AMED RANEZÊ, LI ŞEHÎDÊ XWE XWEDÎ DERKEVE'

Ji ber vê astengiyê, cenaze birin avahiya HDP û DBP'ê ya Navçeya Baglarê. Bi hezaran kesên ji bo pêşwazîkirina cenaze li Koşûyolû bûn, ji vê derê bi qîrîna dirûşmên "Amed ranezê, li şehîdê xwe xwedî derkeve", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "Her der Sûr e her der berxwedan e" ber bi avahiya HDP û DBP'ê ya Navçeyê dest bi meşê kirin. Meşa gel dewam dike.

...