Li Sûrê 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Sûrê ya Amedê ya pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên dewleta Tirk didomin, hate ragihandin ku di encama gulebarana tîmên taybet de 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ya pêkanînên rêveberiya awarte û êrîşên dewleta Tirk didomin, hate ragihandin ku di encama gulebarana tîmên taybet de 5 kes birîndar bûn.

Bi hinceta ewlehiyê rê nadin ku ambûlans bikevin qadê, ji ber vê 5 kes nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyê. Li gelek taxên navçeyê pevçûn didomin.

Her wiha hate diyarkirin ku ji ber topbarana tankên li Taxa Hasirli, Dibistana Suleyman Nazîf hatiye asta hilweşînê. Li cem vê li heman taxê, maleke ku bombe lê ket şewitî. Ji ber şewatê mal ket wî halî ku êdî nema tê bikaranîn.

Agir ji aliyê welatiyan bi zorê hat vemirandin.