Li Sûltanahmetê teqîn: 10 kes mirin - HAT NÛKIRIN II

Şahidên bûyerê ji rojnamevanên nêzî cihê bûyerê re ragihandin, ku teqîn li nêzî wesayîteke polîsan pêk hatiye. Walîtiya Stenbolê diyar kir ku di teqînê de 10 kes mirin e.

Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, gelek kes mirin û birîndar bûn. Lê belê di vê der barê de agahiyeke zelal bi dest neket.

Hat ragihandin ku cihê teqînê lê rû daye, derketina ji Qesra Topkapi û rêya ketina Ayasofya ye.

Li cihê teqînê lê rû da, tê gotin ku kortek bi qasî metreyekê vebûye.

WALÎTÎ: 10 KES MIRIN

Walîtiya Stenbolê da xuyakirin ku di teqînê de 10 kes mirine, 15 kes jî birîndar bûne.

Li ser hedefa êrîşê gelek agahiyên ji hev cuda tên.

Şahidên bûyerê ji rojnamevanên nêzî cihê bûyerê re ragihandin, ku teqîn li nêzî wesayîteke polîsan pêk hatiye. Hat ragihandin ku herî kêm 8 kes mirine, 30 kes jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî îdîayeke din, teqîn di nava komeke tûrîst de pêk hatiye. Medya hikûmetê ji kêliya destpêkê ve îdîa kir ku teqîn ji ber 'bombeya zindî' pêk hatiye.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî.

Li herêma teqînê lê rû da, wesayîteke polîsan wergeriya û li cihê nêzî wesayîtê hat dîtin ku gelek kes li erdê dirêjbûyî ne.

Polîsan herêmeke berfireh vala kirin û rojnamevan ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.

Ji rayedaran heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.