Li Şirnexê YPS-Jin hat avakirin
Li Şirnexê ku gel îradeya xwerêveberiyê daniye holê, li dijî êrîşên hêzên dewletê jinan YPS-Jin ava kirin.
Li Şirnexê ku gel îradeya xwerêveberiyê daniye holê, li dijî êrîşên hêzên dewletê jinan YPS-Jin ava kirin.
Li Şirnexê ku gel îradeya xwerêveberiyê daniye holê, li dijî êrîşên hêzên dewletê jinan YPS-Jin ava kirin.
Li bajarên Kurdistanê ku terora dewletê didome, jin wek hêzên parastinê Yekîneyên Parastina Sivîl- Jin ava dikin. Li Şirnexê ku êrîşên dewletê lê didome, bi merasîmekê di bin navê Boluka Şehîd Fatma ji aliya jinan hat îlankirin.
‘LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ DÎMENÊN BERXWEDANÊ HATIN AVAKIRIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê dimeşîne gihiştiye asta qirkirinê, wiha domand: “ Mirovên me bêyî cudahiya jin, zarok, kal, ducanî, astengdar, ciwan guhdar bikin bi awayekî hovane qetil dikin. Wek tevahî gelê me, ji bo me jinana jî ti mafên siyasî demokratîk û heta jiyanî bernedane û her wiha li dijî pirrengiya gelên Tirkiyeyê hewl didin zîhniyetên xwe yên yekperest û paşverû bixin meriyetê. Wek ew jî dizanin êdî gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe vê mêtingeriya qebûl nake û bi tevahî kelhên berxwedanê ava kiriye û bi vê berxwedanê ve di lêgerîna gelan de têdikoşe.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî êrîşên faşîst ên rejîma AKP’ê berxwedanên li Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê berxwedanek rewa ye, wiha dom kir: “ Kurdan di tevahî dîrokê de xweparastin kirine şêwazê xwe yên hebûnê. Dînamîka tevahî vê xweparastina Kurdan jî her tim bûne jin.”
‘TOLHILDANA 3 HEVALÊN ME WÊ YPS-JIN BOTAN BIGIRE’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di êrîşan de bi taybet hewl didin jinên Kurd tine bikin, wiha domand: “Jinên demokrasiyê diparêzin, siyasetê dikin, xweparastinê pêş dixin, di qadan de aktîf rolê digirin her tim tên hedefgirtin.
Polîtîkaya li ser jinê ya dewlet û hikûmetê ji zeîfetiya wê ye. Çawa li Silopiyayê sê hevalên me yên şoreşger Sêvê, Pakîze û Fatma bi hedefgirtinê înfaz kirin, bi hovane qetil kirin. Em jî dibêjin ku wê tola her sê hevalên me YPS-Jin Botan bigire. Ji bo em serketina Botanê diyarî her sê hevalên xwe bikin heta dawiyê em ê bi ruhê têkoşînê dewam bikin. Em diyar dikin ku wê qêrînên dayik û zarokan li holê nemîne. Li dijî mêtingerî, desthilatiya li ser jinan em li ser bingeha YPS-Jin yekîneyên xwe ava dikin. Em jin heta em gelê xwe bigihînin jiyanek azad, jina Kurd jî bigihînin serketinek azad , heta tolgirtina Sara, Sêvêyan em ê parastina xwe ya rewa pêş bixin.”
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha bang li jinên Kurd hat kirin: “Bi berxwedana xwerêveberiyê ve em tevahî jinên Şirnexê dawetî berxwedanê, Boluka Şehîd Fatma YPS- Jin dikin.”