Li Şirnexê dayika 3 zarokan bi giranî birîndar bû
Li taxa Başakê, ji ber topa tankê li mala wan ket, dayika 3 zarokên astengdar Şîrîn Altay bi giranî birîndar bû.
Li taxa Başakê, ji ber topa tankê li mala wan ket, dayika 3 zarokên astengdar Şîrîn Altay bi giranî birîndar bû.
Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî gelê berxwedêr didomin. Li taxa Başakê, ji ber topa tankê li mala wan ket, dayika 3 zarokên astengdar Şîrîn Altay bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ku berxwedana gel a li dijî êrîşên dewletê di roja 11. de ye. Êrîşênn hêzên dewletê yên li hemberî taxên berxwedêr dewam dikin. Danê vê sibehê leşkerên Tirk bi tank û hawanan êrîşî taxên Başak, Cûdî, Barbaros, Nûh û Yeşîltepe kirin. Li taxa Başakê, dayika 3 zarokên astengdar Şîrîn Altay a ku topa tankê li mala wê ket, ji ber parçeyê şarapnelê bi giranî birîndar bû. Di encama hewldana welatiyan û parlamenteran de, ambûlans ancax piştî çend saetan hat cihê bûyerê. Altay a ku gelek xwîn jê çû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.
CENAZEYÊ AYBÎ PIŞTÎ HEFTEYEKÊ RAKIRIN MORGÊ
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gelek xaniyên i taxên Cûdî, Nûh, Başak û Yeşîltepeyê, ji ber bombeavêj û hawanan, bûne ku nema dikarin bên bikaranîn. Ji ber topbaranê avahiyeke ji 4 qatan a li Taxa Barbarosê hilweşiya. Cenazeyê Yûsûf Aybî (80) ê di 17'ê Kanûnê de ji ber krîza dil a ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest da, piştî hefteyekê îro rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.