Li Silopiyayê rêvebera DBP'yî û mêvanên wê li malê rehîn tên girtin

Li Silopiyê tîmên taybet û leşker ji duh ve Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP'ê Adalet Fîdan û 7 kesên li malê dîl girtine.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê duh tîmên taybet û leşker bi ser mala Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBP'ê Adalet Fîdan de girtibûn û li malê tevî Fîdan 7 kesan rehîn girtibûn. Hêzên dewletê Fîdan û 7 kesan li metbexa malê kîlît kiribûn û ji wê demê ve ti agahî ji wan nayê girtin.

Xizmên Fîdan û welatiyên din diyar dikin ku hêzên dewletê xizmên wan wekî mertalên zindî rehîn digirin.