Li Silopiyayê mala ku wekîlên HDP'yî lê ne, di hedefa polîsan de ye

Li Silopiyayê, polîs û leşkerên Tirk careke din avêtin ser mala ku wekîlên HDP'yî Aycan Îrmez û Ferhat Encu lê ne.

Li Silopiyayê, polîs û leşkerên Tirk careke din avêtin ser mala ku wekîlên HDP'yî Aycan Îrmez û Ferhat Encu lê ne. Polîsan gotin ku bi îdîaya 'lêgerîna li çekê' avêtine ser malê û dema tiştek li malê ndîtin, derketin çûn.

Di roja 30. a berxwedana Silopiyayê, polîs û leşkerên Tirk avêtin ser mal û avahiya parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Ferhat Encu û nûçegihanê DÎHA'yê Sidik Damar lê ne.

Polîs û leşkerên ku bi îdîaya 'lêgerîna li çekê' avêtin ser vê mala xwediyê wê Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Aycan Azma ye, dema tiştek nedîtin ji malê derketin. Hat ragihandin ku hêzên Tirk her wiha diavêjin ser malên din jî û kontrola nasnameyan û lêgerînê dikin.