Li Silopiyayê jineke din bû hedefa guleyan
Li navçeya Silopiyayê jina bi navê Mîhrîban Okten a dayika zarokekî ye, li baxçeyê mala xwe ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat birîndarkirin. Hate ragihandin ku rewşa Okten giran e û sewqî Amedê hatiye kirin.

Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hêzên dewletê ku nikarin berxwedanê bişkînin, êrîşên xwe zêde kirin. Jina bi navê Mîhrîban Okten (23) a dayika zarokekî ye, li baxçeyê mala xwe bû hedefa guleyên tîmên taybet.
JI PIŞTA XWE HATE BIRÎNDARKIRIN
Okten a ku hate birîndarkirin, bi alên spî ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Okten a ku ji pişta xwe hate birîndarkirin sewqî Amedê hate kirin.