Li Silopiyayê êrîşên bi tank û topan: Nêzî 100 sivîl asê man
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi tankan, berxwedana gel kêlî bi kêlî mezin dibe. Jin li dijî êrîşan daketin kolanan.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi tankan, berxwedana gel kêlî bi kêlî mezin dibe. Jin li dijî êrîşan daketin kolanan.
Li Silopiya û Cizîrê, "qedexeya derketina derve" di roja 5. de bi êrîşên dijwar dewam dike. Li Silopiyayê bi qasî sed sivîl di jêrzemîna xaniyekî de ji ber topbaranê asê mane.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi tankan, berxwedana gel kêlî bi kêlî mezin dibe. Jin li dijî êrîşan daketin kolanan.
BI QASÎ 100 SIVÎL JI BER TOPBARANÊ ASÊ MANE
Li Silopiyayê ku duh bi şev bêdeng debas bû, danê sibehê êrîş careke din zêde bûn. Di êrîşên giran ên li hemberî taxa Nûhê de tank tên bikaranîn. Li taxên Zap û Yenîşehîrê jî êrîşên dijwar hene. Li taxa Zapê di vê kêliyê de bi qasî 100 sivîl ji jêrzemîna xaniyekî de asê mane. Di êrîşan de kesekî 25 salî birîndar bû. Nasnameya kesê birîndar nehat zanîn.
ŞERÊ LI CIZÎRÊ GIRAN BÛ
Li Cizîrê, êrîşên ji saet 03:00 û pê ve dijwartir bûn, bi giranî li taxa Cûdî rû didin. Di êrîşan de personelê şaredariyê Îrfan Ûysal birîndar bû. Taxên Nûr û Yafesê jî êrîşên dijwar tên kirin.
BERXWEDANA GEL MEZIN DIBE, JIN NIHA LI KOLANAN E
Di van êrîşan de jî êrîşên li Cizîr û Silopiyayê dewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel bênavber dewam dike. Li hemberî êrîşan gel diherike kolanan û êrîşan protesto dike.
Li taxên Cûdî, Nûh û Zapê yên Silopiyayê, jin niha li hemberî êrîşên dijwar li ber xwe didin.
Li taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê, elektrîk hatiye qutkirin.