Li Silopiyayê dirûşma "PKK gel e gel li vir e" deng vedide
Li Silopiyayê, bi hezaran kes li hemberî êrîşan herikîn kolanan û bi qîrîna dirûşma "PKK gel e gel li vir e" meşiya.
Li Silopiyayê, bi hezaran kes li hemberî êrîşan herikîn kolanan û bi qîrîna dirûşma "PKK gel e gel li vir e" meşiya.
Li taxa Şehîd Harûn Boy a navçeya Şirnex Silopiyayê, bi hezaran kes daketin kolanan û ber bi qada vala ya li taxê meşiyan. Girseya gel demeke dirêj li vir li ber stranan govend gerand û piştre ber bi nava taxê ve meşiya.
Tevî ku anonsên li ser qedexeya derketina derve ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin kirin jî, dê û bavan tevî zarokên xwe di meşê de cih girtin. Girseya gel a li nava kolanan hînê dimeşe dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî berxwedana Silopiyayê" diqîre.
Kurdistaniyan dan xuyakirin ku ew ê kolanên xwe neterikînin û berxwedana xwe mezin bikin. Şêniyên taxê bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşîna wan derkevin.