BI DÎMEN

Li Silêmaniyê nîqaşa nîjadperestî, mezhebperestî û netew-dewletê hate kirin

Li Silêmaniyê roja yekem a konferansa li ser esasê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, bi rexneyên li ser nîjadperestî, mezhebperestî û netew-dewletê bi dawî bû.

Panela dawî ya roja yekem a panelê bi serenavê “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka zihniyetê: nîjadperestî, oryantalîzm, dogmatîzm û mezhebperestî” pêk hat.

Moderatortiya panelê lêkolînvan-nivîskar Alî Kenanoglû kir. Di panelê de Parlamentera HDP’ê Huda Kaya axivî, got li seranserî Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê pêdiviya esasî ya mirovatiyê aştî ye. Kaya, destnîşan kir ku di pêvajoyek wisa de ku mejî li Rojhilata Navîn sekiniye û felsefe fetisiye, fikrên Ocalan pir girîng in.

KAYA: LI ROJHILATA NAVÎN NE BAWERÎ, BÊBAWERÎ SERWER E

Kaya diyar kir ku li Rojhilata Navîn mirov dibêje qey tiştekî qasî baweriyê nîne, lê berevahî bêbawerî serwer e, destnîşan kir ku Rojava ev bêhêvitiya şikandiye. Kaya got, “Rojava ne parçeyek axê ye, heman demê paradîgmayek û parçeyekî perspektîfê ye.”

Kaya bi bîr xist ku divê tiştê bê nîqaşkirin desthilatdarî û dîroka wê ye, îfade kir ku îro krîza li Rojhilata Navîn krîza mirovahiyê ye.

LI HERÊMÊ MEZHEBPERESTÎ DAÎŞ E

Huda Kaya bal kişand ku mînaka mezhebparastiya li herêmê DAÎŞ e, diyar kir ku di vê rêxistinbûyina çete de mezhebperestî xwedî roleke girîng e. Kaya got, “Di civakên oldar de derbaskirina olpereziyê li derbaskirina mezhebperestiyê dinêre.”

Kaya di dewama axaftina xwe de got: “Îro li nîveka Rojhilata Navîn di serî de Rojava, fikrên Ocalan ji bo îradeya derveyî dewletê, xwerêveber, jiyanek hevpar a azadîxwaz, wekhev û aştîxwaz re tevkariyek mezin kiriye, di vekirina vê rêyê de jî berpirsiyariyek mezin daye ser milên xwe.”

KASSAS: NETEW-DEWLET ÇAVKANIYA TEVAHÎ PIRSGIRÊKAN E

Ji Partiya Modernîte û Demokrasiyê nivîskar û siyasetmedarê Sûriyeyî Fîraz Kassas têkîldarî “esasên nîjadparêziyê” axivî. Kassas ê bi nivîsên xwe yên li ser kovarên Ereb bi nav û deng e, got nêrînên Ocalan gihiştiye astek navneteweyî. Kassas di mijara nîjadperestiyê de li ser girîngiya dahurandinên Ocalan ên li ser netew-dewletê rawestiya. Kassas got têkîldarî mijarê tevahî nêrîn ji pirtûkên Ocalan girtine, netewe dewlet dibe faşîzmê, hêzê ji zilam digire, cinsiyetparêz û dijminê jinê ye. Kassas got, “Netew-dewlet çavkaniya tevahî pirsgirêkan e. Pirrengiyê qebûl nake. Ji nêrînên cuda re girtiye, rê li ber partiyên nîjadperest vedike. Li dijî nirxên jiyana hevpar e. Li netew-dewletan hiqûq jî bêkêr dimîne. Ti ji wan xwe naspêre heqîqetan.”

RAHMANÎ: OCALAN CÎHANEK LAYIQÎ MIROVAHIYÊ DIXWAZE

Bahman Rahmanî yê di şoreşa Îranê de rolek çalak lîst û îro endamê Swêd Pen e, li ser mijara “wek rêbazek zanistî oryantalîzm” rawestiya. Rahmanî bi bîr xist ku erdnîgariya Rojhilata Navîn tevlîhev e, gelek ezmûnên bi êş dîtiye. Rahmanî guhertin û veguhertinên piştî pêvajoya Bihara Ereban nirxand. Rahmanî bi lêv kir ku ji bo derbaskirina şer û krîzên li herêmê hê çareseriyek zelal nexuyaye. Rahmanî got, “Texmîn û pêşdîtinek teqez zehmet e” û wek mînak rewşa Tirkiyeyê nîşan da. Rahmanî îfade kir ku ji milê aborî ji îstîqrarê derbasî kaosê bûye, destnîşan kir ku ji derveyî berjewendiyên dewlet û hikûmetê divê li çareseriyekê bê gernadin.

Rahmanî yê bi 13 pirtûkên xwe jî tê zanîn, wek berpirsê şer û kirîzên heyî jî sîstema kapîtalîst û dûvikên wê nîşan da. Rahmanî destnîşan kir ku ji bilî Ocalan ti aktorên ku çareseriyê pêş dixin nîne.

SANCAR: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê DIVÊ DI ASTA ZIHNÎ DE BE

Parlamenterê HDP’ê akademîsyen û nivîskar Mîthat Sancar bi mijara “di sedsala 21’emîn de Îslama desthilatdariyê” axivî.  Mîthat Sancar got, li Rojhilata Navîn ne tenê di asta çekan de, şerekî mabeyan zihniyetan de serwer e, di axaftina xwe de bi taybet li ser zihniyeta DAÎŞ’ê rawestiya.

Sancar bi bîr xist ku îro hêza herî bi bandor a li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe Kurd in, ev jî li ser esasî perspektîf û dahurandinên Ocalan nirxand.

Sancar herî dawî got zihniyeta DAÎŞ’ê şer wek amûrekî desthilatdariya mayinde dibîne, destnîşan kir kul i dijî vê hêzek azadîxwaz, demokratîk û komunal heye. Sancar bi bîr xist ku hêza esasî ya li pişt vê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê jî “zihniyetekî mafdar e”.

...