Li Silêmaniyê 4'ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê bi çandina daran 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.

77’emîn salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li gundê Kanî Goranî yê parêzgeha Silêmaniyê bi beşdarbûna hejmareke girîng ji jin, ciwan û azadîxwazan hate pîrozkirin.

 Mehweş Xizir yek ji beşdarên çalakiyê wiha got, "Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd, Rêber Apo me 100 şitilên daran çandin. Ev çalakiya me a bi boneya rojbûna Rêber Apo, li beramberî ked û têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelê Kurd tenê wefayek biçûke.”

Di dewamê de wiha axivî; “Armanca çandina daran weke nîşana mana di jiyanê de, zindîhiştina xwezayê, berdewamiya jiyanê ye ku ev yek beşek ji fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ye ke her tim balê dikişîna ser peywendiya bi tendurist ya di navbera mirov û jîngehê de.

Çalakvan bal kişand ser rola jinan a di têkoşîna azadiyê de û got: “Rêber Apo rê û fikra jinan ronî kir; Emê wekî jin li ser wê rêyê heta serkeftinê bimeşin û di pratîkê de ji bo parastina civak û jîngehê bixebitin.”