Li Silêmanî aştî û îstîqrara li Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin
Di konferansê de ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin.
Di konferansê de ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin.
Aktîvîstê DYA’yî yê ku tevlî konferansa têkîldarî nêrînên Ocalan bû, netew-dewlet rexne kir, got pêwîst e qadên xwecihî û xweser bên afirandin.
Li bajarê Silêmaniyê têkîldarî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konferansek bi mijara aştî û îstîqrara Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Konferansa ku Akademiya Nêrînên Siyasî û Demokratîk organîze dike wê 3 rojan dewam bike. Ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê mêvan tevlî konferansê bûne.
Di danê sibehê de serenavên komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û Sîstema Îmraliyê hatin nirxandin.
Piştî nîvro, bi navê sedema krîz û kaosa li Rojhilata Navîn panelek hate lidarxistin. Lê, beriya panelê analîzek Ocalan a têkîldarî mijarê hate xwendin.
Piştre akademîsyen-nivîskarê Lubnanî Mûhammed Nûreddîn, Cîgirê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Selahaddîn Dr. Kamûran Mentik, rojnamevan Îrfan Aktan û aktîvîstê DYA’yî Samûel Jordan di panelê de axivîn.
NIVÎSKARÊ LUBNANÎ: OCALAN AZADIYA GELÊ KURD TEMSÎL DIKE
Akademîsyenê Lubnanî Nûreddîn ê ku moderatortiya panelê dikir, anî ziman ku li mala wî ya ku li Beyrûdê li ser cilnivêjê wêneyekî Ocalan heye û wiha got: “Hat îspatkirin ku Ocalan azadiya gelê Kurd temsîl dike. Em baş dizanin ku Ocalan dema li Lubnanê bû çawa li ber xwe da û Îsraîl bin xist.”
Nûreddîn, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û xeteriyan û wiha ragihand: “Xeteriyên ku sedsal in dewam dikin bê fikrên Birêz Ocalan wê çareser nebin.”
MENTIK: NETEW DEWLET NE HILBERÎNEKE ROJHILATA NAVÎN E
Dîroknas, şaîr û nivîskar, Cîgirê Fakulteya Beşên Zanîstên Civakî ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Kamûran Mentik jî axivî û diyar kir ku netew-dewlet ne hilberîneke Rojhilata Navîn e, ji der ve hewl dan ku bisepînin. Mentik wiha axivî: “Niha gûherîna vê kirîza pir zehmet e.” Mentik bal kişand ser şerê li Iraq û Sûriyeyê diqewime û destnîşan kir ku PDK a li Başûrê Kurdistanê jî ketiye bin kontrola Tirkiyeyê. Mentik wiha ragihand: “Dewleta Tirk dixwaze mîna Împaratoriya Osmaniyan xwe ji nû ve zindî bike. Bi demografiya Bakurê Kurdistanê dilîze.”
ÎRFAN KARTAN: HÊZA TEVGERA KURD JI XEBATÊN ÎDEOLOJIYA WÊ YE
Rojnamevan û nivîskar Îrfan Aktan jî mijara dîroka netew-dewleta Tirk û rastiya wê pêşkêş kir. Aktan destnîşan kir ku ji ber nebûna bernemeyeke giştî ya Kurdan bû asteng ku bikevin nava tevgerê û hevrûyî helandin û polîtîkayên qirkirinê hatine.
Aktan diyar kir ku bi derketina PKK’ê û şûn de xebatên îdolojîk û nûbûnên wan bû hêza esas a tevgera Kurdan.
JORDAN: DYA KU NIKARE LI MALA XWE ÇARESERIYÊ PÊŞ BIXE, NIKARE ARAMIYÊ BIBE TI CIHÎ
Aktivîstê DYA’yê Samûel Jordan wiha got: “Li cihên ku netew-dewlet hatine avakirin di warê çanda olî de pir cudakarî heye.”
Jordan diyar kir ku armanca netew-dewletê mudaxelekirin e û wiha axivî: “DYA, ji 240 salan û vir ve bi gelek mudaxeleyên leşkerî re hevrû bûye. Gelek mudaxeleyên vê jî ji bo avakirina netew dewletê bûn.”
Jordan wiha got: “Nabe ku netew-dewlet demokratîk be.”
Jordan, gelek mînakên li DYA’yê ya têkîldarî kuştin û êrîşên li hember siyahiyan, pirsgirêkên perwerdê û tendirustiyê, pirsgirêkên binerdî da û got sedema vê ji parçebûna DYA’ê tê.
Jordan ev ragihandin: “Di nava civakê de newekhevî heye û ekonomî xitimî ye” û binxetkir ku DYA bi vî awayî nikare aramiyê ji bo welatekî din ava bike. Aktivîstê DYA’yê herî dawî ev bi lêv kirin: “Yên ku ji vê ekonomiyê qezenç dike xwediyên kargehên mezin û xwediyên hîseyên mezin in.”
Jordan destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn nifûsa ciwanan ji hilberînê bêpar in. Jardon diyar kir ku divê potansiyela ciwanan bê bikaranîn û wiha got: “Lê, nifûsa ciwanan di nava netew-dewletê de nayê bikaranîn. Jordan anî ziman ku pêwîstî bi mekanîzmayên biryarên komînal hene. Jordan, mînaka modela Rojava nîşan da û wiha pê de çû: “Divê karê li wir tê meşandin ji cîhanê re bê gotin.” Aktivîstê DYA’î got ku divê herêmên xwerêveberiyê jî bên avakirin.
Jordan herî dawî got girtina Ocalan a li Îmraliyê tê wateya bêrêziya li hember vîna gelê Kurd, bal kişand ku divê Ocalan beşdarî vê pêvajoyê bê kirin.