NÛ BÛ

Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li ser dibistanê: Herî kêm 16 kes birîndar bûn

Xwendekarekî bi çekê avêt ser dibistaneke li navçeya Sêwereg a Rihayê û 16 kes birîndar kir.

Li navçeya Sêwereg a Rihayê, li Lîseyê Pîşeyî û Teknîkê ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêweregê ya Rihayê êrişa çekdarî hate kirin.

Di êrişê de 4 jê mamoste, 10 jê xwendekar, 1 jê polîs û yek jî karkerê kantînê 16 kes birîndar bûn. Hin xwendekar dîl hatin girtin. Gelek polîs û tîma tenduristiyê ji bo herêmê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyan, kesê ku êriş kir xwendekarekî berê bû û piştre dawî li jiyana xwe anî.