Li Saarbruckenê polîtîkayên qetlîamker hatin protestokirin

Li Saarbruckenê polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê hatin protestokirin, banga beşdarbûnê çalakiya roja Şemîyê hat kirin.

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê, protestoyên polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê didome. 

Kurdistaniyên li Saarbruckenê ku di destpêka hefteyê de biryara çalakiyan girtibûn, çalakiya xwe ya konan didomînin.

Kurdistanî li vir her roj saet di navbera 12:00-20:00’an de li pêşiya Galeriya Ewropa kom dibin.

Di çalakiyê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên KCK, YPG/YPJ û dowîzên ku qetlîamê teşhîr dikin hatin hilgirtin. Her wiha bi hezaran belavok hatin belavkirin, balkişandin ser sûcê mirovahiyê yê AKP’ê ya ku li ser Kurdistanê pêk tîne.

BANGA JI BO ÇALAKIYA ROJA ŞEMIYÊ

Komîteya Organizeyê, banga tevlîbûna çalakiya ku wê roja Şemiyê saet 14:00’an li Navenda Saarbrucken Landwehrplatz pêk were kir.

...