Li Saarbruckenê ji bo Kurdistanê her roj çalakî tê lidarxistin

Terora AKP'ê li bajarê Elmanya Saarbruckenê tê şermezarkirin. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê hat kirin.

Terora AKP'ê li bajarê Elmanya Saarbruckenê tê şermezarkirin. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê hat kirin.

Kurdistaniyên ku ketin nava stasyona trenê ya li bajêr, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin" qîriyan û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd silav kirin. Kurdistaniyan ragihandin ku heta zilma dewleta Tirk bê qedandin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Di vê navberê de heyetek ji Kurdistaniyan, saziyên weşanê yên Saarlandê ziyaret kir û li ser mijarê dosyayek agahdarkirinê radestî rayedaran kir.

BIRYAR HAT DAYÎN HER ROJ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Li aliyê din, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saabruckenê biryar da ku heta dawiya hefteyê her roj çalakiyan lidar bixe. Di vê çarçoveyê de wê di navbera 16-20'ê Kanûnê de li ber Europa Galerî, saet di navbera 12:00-20:00 de kon bê vedan. Her wiha her roj saet di 18:00 de wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin.

JI BO MEŞA ROJA ŞEMIYÊ BANGA BEŞDARIYÊ HAT KIRIN

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar de ji bo meşa navendî ya roja Şemiyê saet 15:00 a li Landwehrplatzê banga beşdariyê hat kirin.

...