Li Rojavayê Kurdistanê berxwedana Bakur hat silavkirin
Bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên herêma Dêrikê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de kom bûn û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê re anîn ziman.

Di çarçoveya helwestên li dijî hovîtiya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd, bi dehan endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên bajarê Dêrikê û deverên Koçeran û Beravê îro serê sibê li Meydana Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn û ji vir bi karwaneke ji wesayîtan berê xwe dan gundê Eyn Dîwarê yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de. Li vir welatiyan bi durişmeyan berxwedana gelê Bakur silav kir û hovîtiya dewleta Tirk li dijî welatiyên sivîl şermezar kirin.
Welatiyan di çalakiya xwe de al, sembol û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bê navber dirûşmên wekî “Bakur ne bi tenê ye, Rojava bi te re ye” qîriyan. Her wiha îlankirina rêveberiyên xweser ên Bakurê jî pîroz kirin.
Hate gotin ku çalakiya endamên Saziya Malbatên Şehîdan dê heta êvarî bidome û di vê çalakiyê de gelek axaftin dê bêne kirin.