Li Rojava 5 çete hatin kuştin

Di şerê li Çiyayê Kizwanan û Silûkê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê di 14'ê Kanûnê de êrîşî gundê Aşra yê li quntarên çiyayê Kizwanan kirin û got, "Êrîş bi du wesayîtên bombebarkirî hat kirin. Hêzên me di cih de dest li êrîşê werdan. Hêzên me wesayîta destpêkê ji dûr ve teqandin û ya duyemîn jî bi lêdana li çeteyê tê de re bêbandor kirine. Bi qasî ku hat tespîtkirin, di bûyerê de 3 çete hatin kuştin."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Roja 15'ê Kanûnê (îro) saet di 05:40 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî gundê Miço yê li nêzî bajarokê Silûkê bikin. Di navbera hêzên me yên dest li êrîşê werdan û komên çete de şer derket û heta saet 07:00 dewam kir. Di şerê li vir de 2 çete hatin kuştin."