Li Qoserê teqînek dijwar
Di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya li ser Pira Kevir a li Taxa Kocahîsar a navçeya Qoser a Mêrdînê de teqînek dijwar pêk hat.
Di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya li ser Pira Kevir a li Taxa Kocahîsar a navçeya Qoser a Mêrdînê de teqînek dijwar pêk hat.
Di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya li ser Pira Kevir a li Taxa Kocahîsar a navçeya Qoser a Mêrdînê de teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê dengên çekan ji navçeyê bilind bû, di encamê de 3 welatiyên sivîl ên ku derbas dibûn birîndar bûn.
Her wiha ji ber hêza dijwariya teqînê beşekî yê pirê jî hilweşiya. Piştî teqînê welatiyên ku birîndar bibûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.
Gelek wesayîtên zirxî û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.