Li Qoserê ciwanan rê li trafîkê girtin

Li Qoserê ciwanan rê li trafîkê girtin, lê polîsên Tirk bi fîşekên rastî êrîşî ciwanan kirin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, ciwanan duh bi şev rêya li pêşberî qereqola polîsan a li taxa Cûmhûriyetê li trafîkê girtin. Ji ber êrîşa polîsan şer derket. Polîsên Tirk bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ji ber êrîşa polîsan, ciwan li taxên Ataturk û Tûrgût Ozal belav bûn û şerê li vir heta derengiya şevê dewam kir.