Li Parîsê nobeda edaletê
Kurdistaniyên li Parîsê û dostên wan ji bo aşkerakirina failên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an li pêşiya Parlamentoya Fransa çalakiya nobeda edaletê li dar xistin.
Kurdistaniyên li Parîsê û dostên wan ji bo aşkerakirina failên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an li pêşiya Parlamentoya Fransa çalakiya nobeda edaletê li dar xistin.
Ji ser qetilkirina ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez 3 sal derbas bûn, Kurdistaniyên li Parîsê û dostên wan daxwazên xwe yên edalet û heqîqetê didomînin.
Di çarçoveya çalakiyên 3 salan ên di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd de ên meşa her roja Çarşemê ji pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê heta Buroya Enformasyona Kurdistanê bi daxwaza “edalet û ronahiyê” pêk dihat wek berî jî hat diyarkirin, ji sala 4. ve wê bi nobedên edaletê li pêşiya Parlamentoya Fransa bidome.
Çalakiya nobeda edaletê ya vê hefteyê di pêşengiya Meclîsa Jinên Zîn a li Parîsê di saet 14.00’an de li pêşiya Parlamentoya Fransa pêk hat. Di çalakiya bi rêzgirtinê destpêkir de li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axivî, wiha got: “Em ketin 4. sala qetlîamê û meqamên Fransa têkîldarî mijarê ti gavên li ber çav navêtine. Ev rewş nayê qebûlkirin û em jinên Kurd em ê vê ti carî qebûl nekin. Ji niha û pê ve her hefte eroja Çarşemê daxwazên xwe yên edaletê ji bo em karibin bi zelaltir bixin guhê Wezareta Edaletê ya Fransa û Wezareta Karên Hundir, em ê li pêşiya Parlamentoyê bin.”
Nobeda edaletê ya xwerêveberî hatin silavkirin bi belavkirina belavokan û dirûşmeyan ve bi dawî bû.