Li Nisêbînê dikan nehatin vekirin
Li Nisêbînê ku "qedexeya derketina derve" û terora dewletê dewam dike, esnafan bi armanca protestokirinê dikanên xwe venekirin.
Li Nisêbînê ku "qedexeya derketina derve" û terora dewletê dewam dike, esnafan bi armanca protestokirinê dikanên xwe venekirin.
Ji taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firat ên navçeya Mêrdîn Nisêbînê, duh tevahiya şevê dengê teqîn û çekan hat.
Ber destê sibehê, dengê çekan û teqînan zêdetir bû. Esnafên navçeyê, bi armanca şermezarkirina êrîşan, dikanên xwe venekirin.
Ji bilî firin û dermanxaneyan, li bajêr hemû dikan girtî ne. Tê payîn ku di nava rojê de çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.