Li Nisêbîn, Kerboran, Cizîr û Silopiyayê rewşa dawî: Berxwedan mezin dibe

Li navçeyên Mêrdîn Nisêbîn û Kerboranê û li navçeyên Şirnex Cizîra Botan û Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk bi tundî êrîşî gel dikin, di roja 5. a "qedexeya derketina derve" de berxwedana gel mezin dibe.

Li navçeyên Mêrdîn Nisêbîn û Kerboranê û li navçeyên Şirnex Cizîra Botan û Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk bi tundî êrîşî gel dikin, di roja 5. a "qedexeya derketina derve" de berxwedana gel mezin dibe.

NISÊBÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku "qedexeya derketina derve" ya 6. ket roja pêncemîn, tevî Huseyîn Ahmed ê Rojavayî ku pêr hat qetilkirin, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn. Li navçeyê, duh bi şev ji maşînên zirxî gule li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê hatin reşandin. Şêniyên taxan duh bi şev saet di 23:00 de bi çalakiya dengderxistinê re êrîş protesto kirin. "Qedexeya derketina derve" bi awayekî demkî di navbera saet 09:00-16:00 de hat rakirin.

KERBORAN

Li navçeya ku êrîşên lê tê kirin di roja 8. de ye, rêveberên HDP û DBP'yî xwestin bikevin navçeyê, lê belê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatibûn astengkirin. Duh bi şev jî leşker û polîsên Tirk êrîşên giran birin ser taxan. Tîmên tevgera taybet, bi îdîaya 'li mala xwe PKK'yiyan vedişêre' tevî artêşeke xwe ya medyayê, avêtin ser mala Cîgirê Hevşaredarên Kerboranê Mahmût Kiliç. Polîsên Tirk ên ku derî şikandin lê belê li hundirê malê ya lê digeriya nedîtin, bi artêşa xwe ya medyayê re ji malê derketin. Berxwedan û êrîŞên li taxê di roja 8. de dewam dikin.

SILOPIYA

Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku ev pênc roj in rewşa awarte ya cara dawî hat îlankirin dewam dike, rewş ji navçeyên din ne cudatir e. Bi tankên li qadên bilind ên navçeyê hatine bicihkirin re artêşa Tirk êrîşî taxan dikin. Duh ji maşîna zirxî ya bi tîpa A4 malên Yûsûf Abî yê 80 salî û Huseyîn Guzel hatin gulereşandin. Ji ber gulereşandinê Abî û Guzel krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Di vê navberê de duh bi şev li taxa Cûdî pêgereke hewayî ya bê mirov Drone hat xistin. Tevî hemû êrîşên dewletê jî, gel dadikeve kolanan û êrîşan şermezar dike. Di vê navebrê de polîs û leşkerên Tirk duh êvarê avêtin ser Şaredariya Silopiyayê û dest danîn ser hemû hard dîskan.

CIZÎR

Yek ji navçeyên ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk li ser dewam dike, Cizîr e. Li navçeyê duh bi şev jî berxwedaneke mezin li hemberî êrîşan hat nîşandan. Li taxa Yafesê ku polîs, leşker û cerdevanên Tirk êrîş dikin, yek ji şahidên dosya Nîhat Kazanhan ên li Cizîrê hat qetilkirin Davût Yanik (14) birîndar bû.

Li navçeyeya ku di "qedexe"yên beriya niha de 23 welatî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn. Duh êvarê jî bavê 3 zarokan Dogan Aslan hat qetilkirin. Aslan ê ku diçû mala xwe ya li taxa Cûdî, bi guleyên leşker û polîsên Tirk ên li pişta wî ket, birîndar bû. Lê belê ji ber ku hêzên dewleta Tirk nehiştin ambûlans bên cihê bûyerê, Aslan jiyana xwe ji dest da.

Li navçeyê di nava 5 rojan de Îsmaîl Acay ê 23 salî, Mevlut Şîmşek ê 21 salî, Ferhat Taniş ê 15 salî û Mevlude Egdî ya 15 salî ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin.

Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî ku deriyên wê li cenazeyên welatiyan û birîndaran girtiye, ji bo leşker û polîsên Tirk bûye biryargeh.

Di êrîşên vê sibehê de li taxa Cûdî Osman Emcur ê 75 salî bi guleya li nava wî ket, birîndar bû. Ji ber ku destûr ji hatina ambûlansê re nayê dayîn, şêniyên taxê hewl didin Emcur tedawî bikin.