Li nêzî Avahiya Hikûmetê ya li Qilabanê teqînekê rû da
Li navçeya Qilaban a Şirnexê li nêzî Avahiya Hikûmetê teqînek pêk hat.
Li navçeya Qilaban a Şirnexê li nêzî Avahiya Hikûmetê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên hatin girtin di saetên şevê de li nêzîkî Avahiya Hikûmetê ya naceya Qilaban a Şirnexê teqînek pêk hat. Têkildarî teqînê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, piştî teqînê ambûlans û wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Li herêmê bi navber dengên çekan bilind dibin.
Li aliyê din piştî teqînê ji Qereqola Jendermeyan a navçeyê gule li herêma Kêla Memê û Heftanînê reşand in.