Li Moskowa û Berlînê nûnertiyên Rojava tên vekirin
Alîkara Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê diyar kir, ku di 10'ê Sibatê de wê rêveberiya xweseriya demokratîk li Moskowayê nûnertiya xwe veke.
Alîkara Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê diyar kir, ku di 10'ê Sibatê de wê rêveberiya xweseriya demokratîk li Moskowayê nûnertiya xwe veke.
Alîkara Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê diyar kir, ku di 10'ê Sibatê de wê rêveberiya xweseriya demokratîk li Moskowayê nûnertiya xwe veke. Osê da xuyakirin, ku ji bo li Berlînê jî nûnertî bê vekirin, amadekarî hatine destpêkirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Moskowayê nûnertiyê vedike. Nûnertî wê di 10'ê Sibatê de were vekirin. Hat ragihandin, ku nûnertî wê organîzasyoneke berfireh re were vekirin. Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropayê Sînem Mûhammed wê ji merasîma vekirinê re malovaniyê bike.
Alîkara Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Emîne Osê da zanîn, ku wê di dema pêş de li paytexta Elmanya Berlînê jî nûnertî were vekirin. Osê ragihand, xebatên ji bo vekirina nûnertiyê li Berlînê, dewam dikin.