Li Mîksê polîsên Tirk êrîşî meşa protestoyê kirin

Meşa protestoyê ya li Mîksê ya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat lidarxistin rastî êrîşa leşkerên Tirk hat. Rêveberên HDP’ ê û DBP’ê hatin binçavkirin.

Meşa protestoyê ya li Mîksê ya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat lidarxistin rastî êrîşa leşkerên Tirk hat. Rêveberên HDP’ ê û DBP’ê hatin binçavkirin.

Meşa di pêşengtiya DBP’ê û HDP’ê de ji bo operasyonên artêşa Tirk û dorpêça li ser Cizîr, Sûr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê protesto bikin, li navçeya Mîks a Wanê kom bûn. Polîsên Tirk êrîşî meşê kirin û Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Mesût Yabalak, Rêveberên DBP’ê yên Navçeyê Sûat Meşe, Servet Cesûr, Emîrhan Orûk û Rêveberê HDP’ê yê Bajarê Wanê Emîn Baytar û Ferîd Samî binçav kirin. 

Rêveberên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Mîksê.

...