NÛ BÛ II

Li Mêrdînê li dijî qereqolê bi wesayîta bombebarkirî çalakî

Li hember Qereqola Anitli ya li navçeya Midyad a Mêrdînê bi wesayîta bombebarkirî çalakî hate lidarxistin.

Li hember Qereqola Anitli ya li navçeya Midyad a Mêrdînê ku 19 kîlometreyan dûrî navenda Kerboranê ye, bi wesayîta bombebarkirî çalakî hate lidarxistin. Piştî teqîna mezin, gelek wesayîtên zirxî û ambûlans veguhestin cihê bûyerê. Ji ber dijwariya teqînê dûmanek reş bi ser qadê ket.

Çavkaniyên Tirk diyar kirin ku 2 cerdevan û 2 leşker mirine, 15 leşker jî birîndar bûne.