Li Mêrdînê jin li hember şer meşiyan
Bloka Aştiyê ya Mêrdînê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengiya jinan de li Qada Cûmhûriyetê daxuyaniyek da.
Bloka Aştiyê ya Mêrdînê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengiya jinan de li Qada Cûmhûriyetê daxuyaniyek da.
Bloka Aştiyê ya Mêrdînê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengiya jinan de bi meşeke bi erbane ya ji Deriyê Amedê heta Qada Cûmhûriyetê meşek pêk anî û daxuyaniyek da. Rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak a li vir li ser navê jinan daxuyanî da got: “Kesên me ew anîna dinyayê ku li ber çavan dimirin, em ê temaşevan nemînin. Em dixwazin pevçûn rawestin. Em aştiyê dixwazin.”
Bloka Aştiyê ya Mêrdînê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengiya jinan de bi meşeke bi erbane ya ji Deriyê Amedê heta Qada Cûmhûriyetê meşek pêk anî û daxuyaniyek da. Beriya meşê rêxistinên navçe û bajêr ên DBP û HDP’ê yên Mêrdînê, dayikên aştiyê, KJA, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, Hevşaredara Artûklû Sevînç Bozan, KESK, DÎSK û gelek jinên din li Deriyê Amedê kom bûn. Girseyê pankarta, “Jin aştiyê dixwazin” vekir bi dirûşmên, “Ji şer re na, aştî hema niha” heta Qada Cûmhûriyetê meşiya. Di dema meşê de welatiyên li avahiyên derdorê û esnafan bi çepikan piştgirî dan.
Pîştî meşê girse gihişt Qada Cûmhûriyetê û li wir berî daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn Hevserokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) a Şaxa Mêrdînê Kamûran Yildirim bi devkî daxuyaniyeke kurt da. Yildirim di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên li pey her hilbijartinê diqewime û wiha axivî: “Lê mixabin, piştî her hilbijartinê dema encamên tên xwestin nayên girtin atmosferê vediguherînin atmosfereke pevçûnê. Me wekî vê rewşê di 2011’an de jî dît. Piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re atmosferek bê pevçûn pêk hat. Lê mixabin piştî van hilbijartinan jî encamên desthilatdariyê dixwest bi dest nexist û welatên me kirin gola xwînê. Dîsa ciwan, jin û zarokên me tên qetilkirin. Ev ne şer e, şer jî derbas kiriye û em bi komkujiyekê re rû bi rû ne. ji ber vê jî bi pêşengtiya hevalên jin ji bo jin bi dengê xwe li Mêrdînê careke din qîr bike em kom bûn û em ê dîsa ji bo pêvajoya çareseriyê destpê bike qîr bikin.”
Piştî axaftina Yildirim bi navê girseyê rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê Eylem Amak daxuyaniya çapemeniyê da. Amak bal kişand ser pêvajoya bi pevçûn a di vê dema dawiyê de û ragihand ku weke jin wê li hemberî şer aştiyê, li hemberî pevçûnan mûzakereyê û li hemberî mirinan jî jiyanê biqîrin. Amak bal kişand ser atmosfera bê pevçûnî ya ku ji serê 2013’an ve dewam dike û got, di nava wê demê de rondikên çavên dayikan kêm bûye û vê yekê jî li gel wan hêvî ava kiriye. Amak destnîşan kir ku, lê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê welat bûye gola xwînê. Amak di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got, “Birêz Serokkomar û rayedarên AKP’ê berdêla vê bi hemû welat didin jiyîn. Her roj em zarok, ciwan û jinên xwe di vê şerê ne heq de weke qurban didin. Bila hezar qesr, hezar seroktî bibe qurbana Baran Çagli yê 7 salî yê li Cizîrê hat kuştin.”
Amak destnîşan kir ku ya herî girîng jî di her kêliyekê de mafên jiyanê di bin tehlûkeyê de ne. Mazlûm Tûran ê 16 salî yê ku ji beriya 2 rojan li navçeya Qoserê ji ber ku ehliyeta wî nîne û weke gumanbarê maqul hat dîtin û hat qetilkirin jî weke mînak hat nîşandan. Amak diyar kir ku bi ti şêweyî ev şer ne şerê jinan e. Amak di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Ev şer ne şerê jinan e, ev şer şerê AKP’ê û qesrê yên neçarî şer bûne û jinê tine dihesibînin û dibêjin, ‘Weke jinekê bêdeng be’. Em li hemberî şer alîgirê aştiyê, li hemberî pevçûnan jî alîgirê muzakerayê ne. Êdî bes e! Bila şer bisekine. Bila jiyan bi ser bikeve. Ji ber ku em jin ên ji nû ve jiyanê diafirînin. Kesên me ew anîna dinyayê ku li ber çavan dimirin, em ê temaşevan nemînin. Em dixwazin pevçûn rawestin. Em aştiyê dixwazin.”
Piştî daxuyaniyê ji aliyê dayikên aştiyê ve kevokên spî yên sembola aştiyê hatin firandin. Piştre girseyê bi dirûşma, “Ji şer re na, aştî hema niha” qîriyan û bi çepikan bê ku bûyer biqewimin belav bûn.