Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
3 kesên li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
3 kesên li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê di 21'ê kanunê de tîmên taybet bi ser malan de girt û welatiyên bi navê Mehmet Ektîren, Şervan Kabak, Mehmet Denk, Ridvan Dîp û hevjîna wî Şukriye Dîp binçavkiribûn. Ridvan Dîp û hevjîna wî Şukriye Dîp piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan serbest hatin berdan û Mehmet Ektîren, Şervan Kabak û Mehmet Denk jî piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Dêrîkê hatin kirin. Kabak, Ektîren û Denk bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.