Li Mêrdînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
Li navçeya Kerboranê wênekêş Sînan Tangay û rojnamevan Alp Kayserîlîoglu hatin binçavkirin.
Li navçeya Kerboranê wênekêş Sînan Tangay û rojnamevan Alp Kayserîlîoglu hatin binçavkirin.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê, wênekêşê serbest Sînan Tangay û nûçegihanê rojnameyên Neues Deutschland û Junge Weltê Alp Kayserîlîoglu hatin binçavkirin. Hate zanîn ku rojnamegeran xwestiye di ser navçeya Hezexa Şirnexê re derbasî Silopiyê bibin lê ji hêla hêzên dewletê ve hatine rawestandin.
Rojnamegerên xwestin di ser Kerboranê re derbasî Silopiyê bibin li navçeyê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Piştî ku nasnemeya her du rojnamevanan hate venêrandin birin Midûriyeta Polîsan a Kerboranê. Hate zanîn ku li vir amûrên rojnamegeran hatine desteserkirin û li midûriyeta polîsan tên girtin.