Li Mehsertê 5 DBP'yî hatin binçavkirin

Li Mehsertê di serdegirtina malan de, xebatên DBP û Şaredariyê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mêrdîn Mehserê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û xebatên DBP û Şaredariyê jî di nav de 5 kes binçav kirin.

Di serdegirtinê de endamê DBP'ê Kahraman Kaya, xebatkarê şaredariyê Abdulvahap Akman û Ramazan Yildiz, welatiyê bi navê Halit Oral û xwendekarê zanîngehê Hamdullah Kaymaz hat binçavkirin. 

Hat ragihandin ku Kaya yê hat binçavkirin, bi îdîaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî "Heqeret li serokkomar kiriye" hatiye binçavkirin. Hinceta binçavkirina 4 kesên din nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a navçeyê.