Li Londrayê li dijî dewleta Tirk protesto didomin
Çalakiyên li Londrayê ji bo protestokirina qetlîam û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê îro jî berdewam kirin.
Çalakiyên li Londrayê ji bo protestokirina qetlîam û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê îro jî berdewam kirin.
Çalakiyên li Londrayê ji bo protestokirina qetlîam û terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê îro jî berdewam kirin. Bi meşeke bi tevlîbûna bi hezaran kesî ve terora dewleta Tirk hat protestokirin. Çalakiya bi organîzeya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya li Bakurê Londra hate lidarxistin, rastî eleqeya gelek rêxistinên civaka sivîl hat.
Beriya meşê Endamê Desteya Rêveber a Day-Mer Ahmet Sezgîn axivî, destnîşan kir ku Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Brîtanya wê li dijî êrîşan raya giştî ya Îngîltere agahdar bike û piştgiriyê bide berxwedana gelê Kurdistanê.
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya jî Ercan Akbal axivî, bi bîr xist ku di navbera kiryarên AKP’ê û DAIŞ’ê de ti cudahî tinene.
Di çalakiyê de Sekreterê Day-Mer Oktay Şahbaz, li ser navê Meclîsa Gelan Mûrad Qûreshî, Sektereterê Soas ÛCÛ Nadje Al Alî, li ser navê Partiya Karkerên Sosyalîst û Yekîtiya Sendîkayên û Sosyalîstan TÛSC jî Charlîe Kîmber axivî.
Di tevahî rê de pêkanînên hikûmeta AKP, Erdogan û dewleta Tirk bi fîtik, dirûşm û axaftinan hat protestokirin, belavok hatin belavkirin. Girse her çû mezintir bû. Çalakî di saetên herî qelebalix ên bajar de pêk hat, rastî eleqeyek mezin a gel hat.
Beriya meş bi dawî bibe, bi demkurtî rê hat dagirkirin. Piştî meş bi dawî bû, li Navenda Civaka Kurd civînek bi mijara xweseriya demokratîk hat lidarxistin.