Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li navçeyên Hezro û Licê yên Amedê Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Li navçeyên Hezro û Licê yên Amedê Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Li navçeya Hezroyê ya Amed pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn, nûnerên saziyên sivil û gelek welatiyên Hezroyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiyê agirê Newrozê hate pêxistin û welatiyan govend gerand. Pîrozbahî coşa gel berdewam kir.
Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e, lê sembola berxwedan û îradeya gel e û wiha got: “Newroz ji bo me ne tenê cejnek e; ew vîna gel e, îradeya gel e. Ji bo azadî û aştiyê berxwedaniyeke mezin e. Gelê Kurd bi hezar salan e li derdora agirê Newrozê dicive; ji bo azadiyê, ji bo aştiyeke bi rûmet û ji bo maf û nasnameya xwe.”
Adalet Kaya di berdewamiya axafina xwe de anî ziman ku îsal Newroz bi hêvî û daxwaza azadiyê tê pîrozkirin û got: “Em îsal Newroza Azadiyê pîroz dikin. Bicihanîna azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan tê wateya avakirina jiyaneke hevpar a ku gel bikarin bi ziman, çand û nasnameya xwe re bi hev re bijîn.”
Adalet Kaya da zanîn ku agirê Newrozê sembola hêvî û azadiyê ye û ev Newroz dikare bibe pêngava jiyaneke bêşîdet û wekhev ji bo gelên herêmê û got: “Bila agirê Newroz3e rêya me ronî bike.”
Piştî axaftinan gel coşek zêde li dora agirê Newrozê govend gerand û dirûşm berz kirin. Paşê pîrozbahî bi dawî bû.
LICÊ
Newroz li navçeya Licê ya Amedê jî hat pîrozkirin. Siyasetmedar û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê, li dora agirê ku hatî vêxistin, bi muzîkê govend hatie girtin. Girseya bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Piştî axaftinan, pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendan bi dawî bû.