Li Kurdê 85 salî cezayê 7 hezar 650 TL hat birîn
Îzzetîn Akbaş ê 85 salî, ji ber ku tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bû, bi dayîna 7 hezar 650 TL hat cezakirin.
Îzzetîn Akbaş ê 85 salî, ji ber ku tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bû, bi dayîna 7 hezar 650 TL hat cezakirin.
Îzzettîn Akbaş (85) ê li gundê Nebilê yê navçeya Mêrdîn Mîdyadê dijî, berî du salan tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê ya ji bo şermezarkirina êrîşa çekdarî ye cerdevanan a li hemberî 3 jinan bû. Bi hinceta ku Aktaş di dema daxuyaniyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtiye, 1. Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê bi îdîaya "propaganda rêxistinê" cezayê 7 hezar 650 TL li Aktaş birî.
'EZ JI DEWLETÊ NATIRSIM'
Aktaş got, "Ez li dadgehê bi Kurdî axivîm, lê belê dadger li min guhdarî nekir. Ji ber ku bi Tirkî nizanim, ez jî zêde neaxivîm. Dewlet bi vî cezayî re nikare min ji têkoşîna min vegerîne. Heta dilopek xwîn di canê min de bimîne, ez ê ji bo azadiyê têbikoşim. Ez ji ti zexta dewletê natirsim."