Li Kerboranê sivîl bi qetlîamê re rû bi rû ne
Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Kerboranê da xuyakirin ku ji du aliyan ve êrîşên dewleta Tirk li ser Taxa Safa dijwar bûye û got: “ Gelê me yên li vê taxê bi qetîamê re rû bi rû ne.”

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, terora dewleta Tirk ,dorpêç û ambargoya wê di roja 14. de bi dijwarî didome. Di daxuyaniya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Kerboranê de hat diyarkirin ku ji saetên nîvro ve wesayîtên zirxî êrîşên xwe ji du aliyan ve li ser Taxa Safayê dijwar kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li taxa Safa, gel bi qetlîamê re rû bi rû ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Hemû welatî bi qetlîamê re rû bi rû ne. Piştî saetek şûn de jî dibe ku pir dereng be. Îro demildest hemû gelê Kurd ê bi rûmet divê rabe ser lingan.” Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dorpêç û ambargo li hember gel wek şantajekê bikar tînin. Banga li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî terora dewletê hê bi hêztir xwedî Kerboranê derkevin.