Li Kerboranê berxwedan didome

Li Kerboranê gel bi hevgirtin û parvekirinê bersiva êrîş û ambargoya dewletê dide. Welatiyên ku ev 15 roj in di rewşa awarte de li ber xwe didin diyar dikin ku heta êrîş hebe wê berxwedan jî berdewam bike.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê li gel qedexe û êrîşan, ev 15 roj in av û elektrîka navçeyê jî hatiye qutkirin û di heman demê de polîtîkaya ambargoyê tê meşandin. Tevî vê rewşê jî gelê Kerboranê bi hevgirtineke xurt di berxwedanê de israr dike. 

Yek ji welatiyan Emrah Çelîk got ku şerekî bi vî rengî li tu cihê cîhanê nehatiye dîtin û wiha axivî: "Nexweş nayên dermankirin. Av û elektrîk tuneye. Dixwazin bi cîhanê û jiyanê re têkiliya me qut bikin. Dewlet di rêya şaş de ye. Divê di serî de tecrîda li ser Ocalan û ser gel were rakirin. Heta qedexe û înkar berdewam bike wê berxwedan nesekine."

Çelîk li hemberî zexta dewletê ya koçkirinê jî axivî û got "Me cara destpêkê li ser vê axê bêhn girt. Wê bêhna me ya dawî jî li ser vê axê be."

'EM FÊRÎ HEVGIRTINÊ BÛN'

Yek ji welatiyan Berîvan Çîçek jî diyar kir ku hêzên dewletê ji ber ku nikare berxwedena gel bişkîne malan gulebaran dike û got heta êrîş hebe dê berxwedan jî berdewam bike. Çîçek da zanîn ku ji ber malê cîranên wan ji aliyê ewlehiyê ve ne baş bûye, deriyên mala xwe ji cîranan re vekirine û bi vê berxwedanê re fêrî hevgirti û parvekirinê jî bûne. 

'HEM ÊRÎŞ DIKIN HEM BEHSA EWLEHIYA CAN DIKIN'

Çîçek destnîşan kir ku gel û ciwanên li pey barîqatan ji bo taxan biparêzin li wir in û wiha pê de çû: "Em nan û av didin wan. Em wan dawetî malê dikin, lê dibêjin ew ê li kolanan nobetê bigirin. Gel, zirarê ji dewletê dibîne. Hem êrîş dikin hem jî behsa ewlehiya canê gel dikin. Dewlet bi van polîtîkayan nikare me bêzar bike."