Li Kerboranê avêtin ser mala Serokwekîlê Şaredariyê

Polîs û tîmên taybet ên dewleta Tirk bi ser mala Serokwekîlê Şaredariya Kerboranê Mahmût Kiliç de girtin.

Polîs û tîmên taybet ên dewleta Tirk bi ser mala Serokwekîlê Şaredariya Kerboranê Mahmût Kiliç de girtin. Polîsan deriyê derve şkandin û ketin malê, hemû alavên malê li nava hev xistin û lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de nasnameyên înfazkirinê bikar anîne û wesayîtên Ford Ranger bi wan re di nav tevgerê de ye.

Hat ragihandin ku di serdegirtina malê de ti kes nehat binçavkirin, bi îdîaya ku “Di malê de birîndarek veşartine” bi ser mala Kiliç de girtine û lêgerîn pêk anîne.