Li Kantona Efrînê pevçûn didomin

Şerûpevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên ku ji vê sibehê ve êrîşî gundê Bosofan a navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dikin de didomin.

Şerûpevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên ku ji vê sibehê ve êrîşî gundê Bosofan a navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dikin de didomin.

Îro ji danê sibehê ve çeteyên El-Nusra, Ehara El-Şam û heval bendên wan yên di bin sîwana Odeya Çalalkiyên Fetih Heleb de tevdigerin, dest bi êrîşîn bi çekên giran û topên hawanê li ser gundê Basofan ê Kantona Efrînê kirin.

Şervanên YPG/YPJ’ê jî bersiva êrîşên çeteyan dan û êrîşîn wan têk birin.

Çavkaniyên herêmî ji gundê  Basofanê ragihandin ku piştî ku çeteyên  hewl da berve gundê Basofanê ve pêş we werin, pevçûnan di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyan de rû dan.

Çavkaniyan diyar kirin li herêmê pevçûn didomin.