Li Îranê lehî: 18 kes mirin

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNA’yê ragihand ku li Eyaleta Azerbaycana Rojhilat di lehiya de ya ji ber baranê 18 kes mirin.

Li gorî nûçeya ÎRNA’yê Serokê Rewşa Lezgîn a Îranê Pîr Huseyin Kolîvend ragihandiye ku, ji ber barana zêde a li Eyaleta Azerbaycana Rojhilat, li bajarên Acebşîr û Azerşehrê 18 kes ketin ber lehiyê û mirine.

Kolîvend diyar kir ku 12 kes jî birîndar bûne.ÎRNA’yê diyar kir ku ji xeynî bajarên Azerbaycana Rojhilat û Rojava li bajarên Mazenderan, Kordestan û Zencanê jî barana zêde bûye sedema xisarê.