Li Hezexê rewş awarte ye

Li Hezexê, ku bi rojane li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî Botanê li ser piyan e û vîna xwe ya xwerêveberiyê nîşan da, dewletê dest bi dorpêçî û êrîşan kir.

Li Hezexê, ku bi rojane li dijî êrîşên dewletê yên li hemberî Botanê li ser piyan e û vîna xwe ya xwerêveberiyê nîşan da, dewletê dest bi dorpêçî û êrîşan kir. Li navçeyê zêdeyî 30 kes bi awayekî kêfî hatin binçavkirin.

Li Hezexê, ku gel vîna xwe ya xwe rêveberiyê destnîşan kir û yekser êrîşan destpê kir, dewleta Tirk amadekariyên rewşa awarte dike. Bi rojane navçe ji aliyê polîsên tevgera taybet ve bi maşînên zirxî hatiye dorpêçkirin. Li navçeyê pêla binçavkirinê destpê kir.

Hat ragihandin, ku polîsên bi maşînên zirxî li nava navçeyê digerin, bi awayekî bêsedem mirovan disekinînin, li ser wan digerin, dest datînin ser telefonên wan û parvekirinên wan ên di medya civakî de kontrol dikin. Di nava du rojan de zêdeyî 30 kes bi awayekî kêfî hatin binçavkirin û piştî ragirtina bi saetan a li emniyetê, hatin berdan.