Li Hesekê êrîşên hêzên rejîmê

Li Hesekê hêzên rejîma Baas û hêzên peremilîter êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşê kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, di saet 21:30’ande hêzên Mûxaberat El Dîfa-El Cewî (Îstîxbarata Parastina Esîmanî) û Dîfa El-Wetenî (Mûqeneîn) ên rejîmê êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşê kirin.

Hêzên peremilîter ên rejîmê êrîşî bendên kontrolê yên li nêzî Salona Riyada ya Sporê, Kolana Semara, Kolana Qamişlo û Sûka Bajêr kirin. Li ser vê yeke Hêzên Asayîşê jî bersiv da.

Êrîşên li herêmê  berdewam dikin.