BI DÎMEN

Li hember qetlîamên AKP’ê li Elmanya, Hollanda û Qibrisê çalakî

Kurd û dostên wan protestoyên xwe yên li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didomînin.

HANOVER

Li bajarê Hanover ê Elmanyayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya edaletê hat lidarxistin. 

Di pêşengtiya Malbatên Şehîdan de li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransayê çalakî hat lidarxistin. Rexmê hewaya sar û baranê jî gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hat gotin ku înfazên ji aliyê dewletê bi awayek organîze pêk tên, ji bo bi awayek hiqûqî bên ronîkirin dewleta Fransa hat protestokirin.

Çalakvanan li hember êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê banga rabin serhilanê kirin.
Çalakî bi dirûşmên “Qatil TC” û “Qatil Erdogan” bi dawî bû.

Di vê navberê de Meclîsa Jinan a Ronahî wê sibehê saet 16:30’an li pêşiya avahiya Hauptbahnhof a Hannoverê çalakiyê lidar bixe. 

AMSTERDAM

Li paytexta Amsterdam a Hollandayê, gireva birçîbûnê ya li hember êrîşên qirkirinê yên AKP’ê destpêkirin di roja 9. de ye.
Kurdistaniyên li bajar, di heman demê de li şaredarî, metro û derdora stasyonê têkildarî qetlîamên hikûmeta AKP’ê ya li hember sivîlan belavok belav kirin.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, gireva birçîbûnê ya li hember êrîşên qirkirinê yên AKP’ê destpêkiribû di roja 6. de didome. Kom a ku di greva birçîbûnê de ye, îro ji aliyê serokên şaredarên Lîmasol û Germasoya hatin ziyaretkirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Lîmasol Andreas Xrîsto û Serokê Şaredariya Germasoya Andreas Gavrîlîdîs daxuyaniyek dan.

Xrîsto wiha anî ziman: “Qetlîam û zilmên li ser Kurdistanê, em bi êş temaşe dikin. Rihê me her demê li gel Kurdê mezlûm e. Heta ku ji destê me were em ê li gel têkoşîna azadiya Kurdan cih bigirin. Ez di wê hêviyê deme ku ev 40 sal in gelê Kurd têkoşîna azadiyê dikin û azadiya wan nêzîk bûye.”

Berdevkê Komîteya Amadekar a Çalakiyê Çerkez Korkmaz jî diyar kir ku divê demildest Ewropa li hember qetlîamên dewleta Tirk bertekan nîşan bide.
Di çarvçoveya çalakiyê de Kurd û dostên wan wê sibehê li Qibrisê saetên şevê meşek girseyî lidar bixin.