‘Li hember qetlîaman berxwedanê bilind bikin’

Malbatên Roboskiyê, banga li hember qetlîaman berxwedanê bilind bikin kir.

Malbatên kesên di qetlîama Robaskiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi daxwaza “Edaletê” cara 214’an li Goristana Roboskiyê hatin cem hev. Malbatên ku goristan ziyaret kirin, piştî goristanên zarokên xwe paqij kirin dua kirin.

Malbatên Roboskiyê pankarta “Ji bo Roboskiyê edalet, bepirsyar bên dadgehkirin” vekirin, li ser navê malbatan Hayat Urek axivî û diyar kir ku tevî ev 1496 roj derbas bûne, hê jî gavek nehatiye avêtin. Urek da xuyakirin ku qelîamker ji aliyê dewletê ve tên parastin û ji bo dest ji têkoşînê berdin her cure zextan dikin. 

Urek anî ziman ku dewlet ji destpêkê li Sûr, Cizîr û Silopiyayê li gelek bajarên Kurdan bendan dike hincet û qetlîaman pêk tîne. Divê li hember van qetlîaman her kes dengê xwe bilind bike. Urek diyar kir, desthilatdariya AKP’ê li hember daxwazên gel konseptek îmha û înkarê bi awayek topyekun daye despêkirin. Urek bang li desthilatdariya AKP’ê kir; demildest dest ji “Pêvajoya şer” berde, daxwaza rawestandina oparasyonên leşkerî û siyasî kir. Urek qetlîamên li Kurdistanê şermezar kir û banga bilindkirina berxwedanê li gel kir.