Li Helepçeyê ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin
Di karesata keştiyê ya li Derya Egeyê de ji heman malbatê 18 welatiyên Helepçeyê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê Walîtiya Helepçeyê ji bo 3 rojan şîn îlan kir.

'JI BER KRÎZA ABORIYÊ KOÇ DIKIN'
Di daxuyaniya Walîtiya Helepçeyê de bal hat kişandin ser koçberiya ji herêma Kurdistanê û hat gotin, "Sedema bingehîn a koçkirina welatiyan, krîza aboriyê ya îro herêma Kurdistanê di nav de ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heya niha gelek welatiyên ji Herêma Kurdistanê ji ber krîzên heyî berê xwe dane welatên Ewropayê, di encama bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha hat gotin; "Ji malbatek me ya bajarê Helebçeyê 18 kesên ji ber krîz û aloziyên îro li herêmê hene berê xwe dan welatên Ewropayê, di encama binavbûna keştiya tê de bûn di Deryaya Ege de xeniqîn."
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo malbat û xizmên 18 kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî hat xwestin û hat diyarkirin bi armanca parvekirina êşa wan 3 roj li seranserê bajarê Helebçeyê taziye hatiye ragihandin.
60 WELATIYÊN JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JIYANA XWE JI DEST DABÛN
Li Derya Egeyê, ji ber binavbûna keştiya koçber tê de bûn, 4 jê penaber 60 welatiyên ji Başûrê Kurdistanê roja 22'ê Çileyê xeniqî bûn. Di sala 2015'an de jî bi sedan mirovên ji Başûrê Kurdistanê di rêya koçberiyê de li Derya Egeyê xeniqî bûn.