Li Helepçeyê boykot didome
Xebatkarên şaredariya Helepçeyê ji ber ev 4 meh in mûçeyên xwe nastînin boykota di 10’ê Çileyê de destpêkirin bi mezinkirinê ve didomînin.

Li bajarê Helepçe yê Başûrê Kurdistanê Xebatkarên şaredariya Helepçeyê ji ber mûçeyên xwe yên 4 mehan negirtibûn dest bi çalakiya boykotê kiribûn. Ev çalakî dom dike, her wiha xebatkarên edliyaya Helepçe û xebatkarên tenduristiya navçeya Şarezor jî biryara boykotê girtin.
Têkîldarî biryara boykotê Cîgirê Serokê Şaredariya Helepçeyê Kûyistan Ekrem daxuyanî da, diyar kir ku piştgiriya çalakiya xebatkarên şaredariyê dikin, wiha ragihand: “Rêveber û xebatkarên şaredariya Helepçeyê ji ber ev nêzî 5 meh in mûçeyên xwe nikarin bigirin ev 4 roj in di çalakiya boykotê de ne û nayên xebatê. Dibêjin heta mûçeyên xwe jî negirin wê nexebitin. Em wek şaredarî nikarin xebatkaran bi darê zorê bînin kar. Ji ber ku ev 5 meh in mûçeyên xwe nagirin û mafên xwe dixwazin. Em wek şaredarî piştgiriya daxwazên wan dikin. Di vê mijarê de bê xemiya hikûmetê û gav neavêtina wê jiyana welatiyan bi taybet jî ya xebatkaran bi nêyînî bandor dike.”
Ji ber mûçe nehatin dayîn ji bû ve çalakiyên boykotê destpêkirin, ji bilî Helepçeyê, li Silêmanî, Çemçemal, Kîfrî, Kelar û Rizgariyê jî xebatkarên edliyeyê û parêzer çalakiyên xwe yên boykotê didomînin.