‘Li gorî şahid û delîlan polîsan malbata Kilinç qetil kirine’
Hat diyar kirin êrîşa duh ên li Kerboranê a li hember malabata Hevşaredarê Kerboranê Mahmût Kilinç, hemû delîl dewleta Tirk nîşan dide.
Hat diyar kirin êrîşa duh ên li Kerboranê a li hember malabata Hevşaredarê Kerboranê Mahmût Kilinç, hemû delîl dewleta Tirk nîşan dide.
Hat diyar kirin êrîşa duh ên li Kerboranê a li hember malabata Hevşaredarê Kerboranê Mahmût Kilinç, hemû delîl dewleta Tirk nîşan dide.
Kilinç diyar kir ku di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk ên li hember taxa Sarayê, Necîm Kilinç (78) û keça wî Sebahat Kilinç hat qetilkirin, hevjîna wî Fatma Kilinç (65) û keça wî ya din Selma Kilinç (32) birîndar bûn. Kilinç diyar kir ku agahiyên ku şahidan jî dane di vê derbarê de ne.
“DEMA DERKETIN BAXÇEYÊ MALÊ HATIN QETILKIRIN”
Kilinç ragihand ku Necîm Kilinç (78) ê ku li taxa Sarayê dijiya, saet 21:00’ê şevê ji bo çûyîna destavê derket baxçeyê male di vê navberê de, tê texmînkirin ku dibe hedefa guleyên Tirk. Agahiyên şahida yên ku parvekirin, Sebahat Kilinç ji serê xwe û bavê wê Necîm Kilinç jî ji pişta xwe hatiye gulebarandin û jiyana xwe ji dest dane.
Kilinç da xuyakirin ku hevjîna Necîm Kilinç, Fatma Kilinç û keça wî ya din, Selamet Kilinç li ser dengê gulan derket baxçe û di vê navberê de hatin birîndarkirin.
“TI DELÎL NÎNE KU EV BUYER YDG-H PÊK ANÎ BE”
Kilinç, têkildarî nûçeyên li ser bûyerê yên çapemeniya Tirk ku dibêje ev bûyer YDG-H pêk anîye, delîl nîşan didin ku ti têkiliya YDG-H bi bûyerê re nîne. Kilinç wiha got: “Hinek bê ku dem winda bikin bûyerê dixe stûyê YDG-H’ê. Têkildarî vê mijarê dibêjin YDG-H pêk anîye, li gorî şahidan, delîl û ji aliyê malbatê ve hatiye piştrastkirin ku ti têkiliya YDG-H bi bûyerê re nîne. Li gorî agahiyên destpêkê yên şahidan diyar dikin, ji wesayîtên zirxî gule hatin berdan û di encama gulebaranê de bûyer pêk hatiye.”
“QETLÎAM DI QONTROLA POLÎSAN DE Û LI TAXÊ RÛ DAYE”
Kilinç aşkera kir ku êrîş û şerên rû dayî li Taxa Safa ya nêzîkî Taxa Saray pêk hatiye. Kilinç got: “ Polîsên Tirk bi rojan e, Taxa Safa xistiye nava dorpêçê, Taxa Saray jî di nav de hemû tax di nava dorpêça polîsan û kontrola wan de ye. Di vê rewşê de ti îxtimal nîne ku kes were qetlîamê pêk bîne û xwe ji wir rizgar bike.”