Li Girtîgeha Kurkçulerê îdîaya xwekuştinê

Hate îddiakirin ku girtiyê bi navê Haydar Duymaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edenê xwekuştiye.

Hate îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê, girtiyê siyasî yê bi navê Haydar Duymaz (35) xwekuştiye. Malbata Duymaz, ji bo karên otopsiyê hate Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî karên otopsiyê malbat wê cenaze bibe Dersimê.

Hate zanîn ku Duymaz ê 8 meh berê ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Eskîşehîrê sewqî Kurkçulerê hatî kirin, 8 sal in girtî bûye.