Li Geverê agirê berxwedanê hate pêxistin
Li Geverê ciwanan li navenda navçeyê rê li trafîkê girtin û agirê berxwedanê pêxistin.
Li Geverê ciwanan li navenda navçeyê rê li trafîkê girtin û agirê berxwedanê pêxistin.
Li Geverê ciwanan li navenda navçeyê rê li trafîkê girtin û agirê berxwedanê pêxistin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ku îro esnaf derabe venekir, ciwan jî agirê berxwedanê pêxistin. Ciwanên ku li dora xaçerêya girtîgeha kevn rê li trafîkê girtin, agirê berxwedanê pêxist. Berxwedana ciwanan li dora agir bi dirûşmeyan berdawam dike.
Li navenda navçeyê jî gelek wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.
Her wiha li navçeyê, welatî diçin taxan û piştgiriya xwe a berxwedêran nîşan didin. Li konê çalakiya mertalê zindî jî nobeta gel berdewam dike.