Li Freîbûrgê tûra têkiliya derve

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê bi Parlamentera Federal a Partiya Keskan Kerstîn Andreae re hevdîtin kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê bi Parlamentera Federal a Partiya Keskan Kerstîn Andreae re hevdîtin kir. 

Di hevdîtinê de li ser pêvajoyê agahî hat dayîn, mijarên; tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, operasyonên leşkerî/qirkirina siyasî, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê û girtina siyasetmedarên Kurd, zexta li ser Tirkiyeyê ya ji bo vekirina korîdora însanî ji bo Rojava û pêşîvekirina li derbaskirina cenazeyan, hatin nirxandin.

'SOZA HEWLDANAN'

Heyeta Navendê diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye û Kerstîn Andreae soz dane wan ku wê bi van mijaran re eleqedar bibe û li meclîsê bikevin nava hewldanan. Hat ragihandin, ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd wê ji niha û pê ve jî hevdîtinên xwe yên bi vî rengî dewam bike.